TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Zêdetirî 2 hezar û 300 kes ji ber şewba Ebolayê mirin

Admin H
Nivîskar
📅 23 tebax 2026 20:00

PeyamaKurd - Li Komara Demokratîk a Kongoyê şewba Ebolayê ya ku di meha gulanê de derket holê, bi lezeke mezin belav dibe.

Li gorî daneyên fermî yên hikûmetê, heta niha 4 hezar û 945 tûşbûyî hatine tespîtkirin û 2 hezar û 325 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku ev şewb bi leztirîn awayê dîrokê belav dibe û metirsî heye ku qurbaniyên wê ji şewba salên 2014-2016an ên li Rojavayê Afrîkayê jî biborîn.

Sedema sereke ya vê krîzê cureya navborî ya vîrusê ye ku wekî Bundibugyo tê nasîn û ji bo vê cureyê hîn derzî an dermanekî fermî yê pejirandî tune ye. Wekî din, derengketina 3 hefteyan di pejirandina şewbê de ji aliyê rayedaran ve, nebûna alavên tespîtkirinê yên rast di destpêkê de û zanyariyên şaş ên di nav gel de bûne sedem ku vîrus bi awayekî berfireh li navçeyan belav bibe.

Tîmên tenduristiyê û rêxistinên navneteweyî ji bo kontrolkirina aloziyê xebatên xwe li herêmê didomînin.

Parve bike: