TR KU SO
FB X
Tendrûstî

WHO: Germa zêde bû sedema mirina 500 hezar kesî

Admin M
Nivîskar
📅 24 hezîran 2026 21:33

PeyamaKurd – Rêvebirê giştî yê Rêxistina Tenduristiya Dinyayê Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku germa zêde her sal dibe sedema mirina 500 hezar mirovî.

Ghebreyesus ragihand ku li welatên Ewrûpa û kureya dinyayê ya Bakûr germ gelek zêdeye, guherîna kêşûhewayê ji aliyê tenduristiyê û ewlehiyê de tehdîdekî herî mezine. Ghebreyesus got:

“Germa zêde her sal li seranserê dinyayê dibe sedema mirina nîv milyon mirovî. Lê mirov dikare ber li gelek van mirinan bigre. Hewa germ dikare li ser herkesî bandorê bike lê di nav kesên jiyana wan dikeve xeterê de, kesên nexweşîna wan ya kronik hebin, zarok, jinên bi hemil, karkerên ku mecbûrin li ber germê bixebitin û grûbên ku weka civakî derfetên wan yên kêm hene.”

Parve bike: