TR KU SO
FB X
Cîhan

173 komên zanîngehên tirk daxwaza vegera sonda nijadperest kir

Admin S
Nivîskar
📅 18 mijdar 2018 15:49

PeyamaKurd - 173 komên zanîngehên tirk ji bo vegerandina ‘Sonda Me’ ya nijadperest li dibistanan, danezanek îmze kir.

Komên xwendekarên zanîngehên Tirkiyê yên girêdayî ‘Kluba Ramyarî ya Ataturk’ piştî biryara dadgehê ya hikmê rakirina xwendina ‘Sonda Me’ li dibistanan, biryara dadgehê bi kêfxweşî pêşwazî kirin û xwestin sonda nijadperest a bi deh salan bi zarokên Kurd jî hatiye xwendin ji nû ve vegere dibistanan.

Siruda ‘Sonda Me’ ku hemû miletên Tirkiyê wekî tirk dihesibîne û bi zimanekî nijadperestî hatiye nivîsandin, di heyama hikûmeta AKPê de çend sal berê hatibû rakirin, lê niha dîsa nîqaş li ser têne kirin ku li dibistanan dîsa were xwendin.

Parve bike: