TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pirdê: Piştî pevçûnan welatî daxwaza vegera Pêşmerge dikin

Admin H
Nivîskar
📅 14 mijdar 2026 09:48

PeyamaKurd - Piştî operasyon û pevçûnên tund ên ku şeva borî di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de li bajarokê Pirdê rû dan, metirsî û tirs li herêmê zêde bûye.

Welatiyên herêmê ku bi fikar in, diyar dikin ku ew ji ber valahiyên ewlehiyê nikarin bi ewlehî li mal û warên xwe bijîn û daxwaz dikin ku hêzên Pêşmerge vegerin deverê.

Welatiyekî Pirdê da zanîn ku piştî bûyeran artêşa Iraqê rê û kolan girtine û xelk di nava tirsê de dijî. Niştecihên herêmê diyar dikin ku ji ber tunebûna kontrola ewlehiyê ya baş û hebûna kesên nenas, bi taybetî bi şev metirsiyeke mezin li ser jiyana wan çêdibe û gelek gundên derdorê ji ber vê sedemê hatine valakirin.

Welatî tekez dikin ku ji bo ewlehiya wan a can û malî, divê Hêzên Pêşmerge bilez vegerin ser erka parastina herêmê.

Parve bike: