TR KU SO
FB X
Cîhan

20 keştiyên Rûsî bûn armanca dronên deryayî û asmanî

Admin H
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2026 20:01

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Sîstemên Bêmirov ê Ukraynayê Robert Brovdi ragihand ku wan li Deryaya Reş operasyoneke berfireh a deryayî li dar xistiye û di encamê de 20 keştiyên Rûsyayê bi dronan kirine hedef.

Brovdi destnîşan kir ku di vê operasyona şevê de 17 tankerên petrolê, 2 tankerên gazê û keştiyek barkişînê ya Rûsyayê hatine lêdan.

Fermandarê Ukraynayî bi gotina "Li Deryaya Reş nêçîra 20 keştiyên dijmin hat kirin. " serkeftina vê çalakiyê eşkere kir û da zanîn ku ev êrîş bi armanca pîrozkirina Roja Dewletê ya Ukraynayê hatiye encamdan.

Hêjayî gotinê ye, ev êrîşên ku bi sîstemên nûjen û dronên asmanî û deryayî têne kirin, hevsengiya li ser avê her ku diçe zêdetir diguherînin.

Parve bike: