Cîhan
Şerê Ukrayna-Rûsyayê dijwar bû: Li 11 keştiyên Rûsî xistin
PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Sîstemên Bêmirov ên Ukraynayê Robert Brovdi, ku bi nasnavê "Magyar" tê naskirin, bi awayekî fermî ragihand ku hêzên wan di operasyoneke şevê de li Deryaya Azakê 11 keştiyên bazirganî yên Rûsyayê xistine û rûxandine.
Di nav keştiyên ku hatine lêdan de pênc tankerên petrolê, pênc keştiyên barkêş û keştiyeke romorkor hene.
Brovdi destnîşan kir ku armanca serekî ya vê operasyona asmanî û deryayî ew e ku zirarê bidin fîloya sîberî ya Rûsyayê û rê li ber şandina sotemeniyê ya ji bo nîvgirava Qirimê ya di bin kontrola Moskowê de bigirin.
Hêjayî gotinê ye, ev geşedana nû ku şerê deryayî derbasî qonaxeke hîn tundtir kiriye, di qada navneteweyî de wekî derbeke stratejîk a li dijî aboriya Rûsyayê tê şîrovekirin.