267 hezar û 360 penaber, statuya parastinê girtin
PeyamaKurd-Welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, sala 2021an; 267 hezar û 360 penaber kirine bin statuya parastinê. Li gorî Eurostatê, ev hejmar li gorî sala pêrar, ji %5 kêm bûye.
Ofîsa Daneyên Fermî ya Ewropayê (Eurostat), daneyên penaberên ku par ketine bin statuya parastinê ragihandin. Hat diyarkirin ku welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, par 267 hezar û 360 penaber kirine bin parastinê. Hat ragihandin ku ev hejmar, sala pêrar 281 hezar û 55 penaber bûye û ev jî nîşan dide ku dane li gorî 2020î kêmtir bûne.
Li gorî raportê; ji bo nîvê vê hejmarê statuya penaberiyê hatiye dayîn, ji bo ji % 30î statuya parastina ducarî hatiye dayîn û ji bo ji %20î jî statuya parastina mirovî hatiye dayîn.
Hat zanîn ku di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de welatê ku herî zêde penaber kirine bin parastinê, Almanya ye. Li gorî daneyan, ji %33yê penaberan li Almanyayê, ji %17 li Fransayê, ji % 12 li Îtalyayê û ji % 8 jî li Îspanyayê ketine bin parastinê.
Dane nîşan didin ku ji vê statuya parastinê, herî zêde penaberên Sûriyeyê sûd wergirtine. Hat ragihandin ku ji van daneyan, 69 hezar û 140 Suriyeyî û 53 hezar û 605 Efxanî statuya parastinê bi dest xistiye.