Parîs veguherî qada şer: 2 hezar û 500 kes hatin girtin
PeyamaKurd - Li Fransayê xwepêşandanên dijî bihabûna jiyanê û pirsgirêkên perwerdeyê veguherîn pevçûn û tundûtêjiyên dijwar.
Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Fransayê, di bûyerên dawiya hefteyê de li seranserê welat 2 hezar û 513 kes hatine desteserkirin û nêzî hezar polîs û cendirme birîndar bûne.
Her wiha li Parîsê kesekî jiyanê xwe ji dest da ku lêpirsîna li ser sedema mirina wî berdewam dike.
Ji bo kontrolkirina aloziyan li bajarên wekî Lille, Lyon, Nice û Bordeauxê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Hêzên ewlehiyê diyar kirin ku li seranserê welat herî kêm 3 hezar kargeh û dikan ji ber şewat û talankirine hatine xirakirin.
Di nav van de dikanên brandên navdar ên cîhanî yên mîna Louis Vuitton û Rolex, her wiha zincîra marketan a Carrefourê jî hene ku ziyana wan digehîje sed hezar euroyan.
Di heman demê de ji bo çareserkirina ziyanên darayî, pêşniyara qanûna "Kasa Bide" (Casseurs-payeurs) ku berpirsiyariya darayî dixe ser milê alîgirên tundûtêjiyê, cardin di rojeva Senatoya Fransayê de ye.