Li Rihayê fîgurên 11 hezar salî hatin dîtin: Vegotineke nû ya çîroka mirovahiyê
PeyamaKurd - Li gundê Sayburçê ê ser bi parêzgeha Rihayê ve, kevirên ku gundiyan ji bo çêkirina dîwarên mal û hewşên xwe bikar anîne 11 hezar salî derketin.
Li gorî rapora CNNê piştî ku van keviran bala pisporên Muzexaneya Rihayê kişand, di sala 2021an de xebatên kolanê yên fermî li herêmê hatin destpêkirin.
Di van kolanan de nêzî 70 avahiyên serdem neolîtîk hatin dîtin ku di nav wan de alavên hêranê, hestiyên heywanan û firaxên kevirî yên ku agahiyên girîng li ser jiyana rojane û çandiniya wê serdemê didin hatin derxistin.
Di lêkolînan de fîgurên wekî du leopar, ga û du mêr ku li ser sekiyeke kevirî ya 3,7 metreyî hatine nexşandin hatin dîtin.
Li gorî lêkolîna seroka kolanê û arkeolog Eylem Ozdogan ku di kovara Antiquity de hate weşandin, ev berhem yek ji kevintirîn sehneyên çîrokî yên dîroka mirovahiyê ye.
Ozdogan da zanîn fîgurên li Sayburçê ne bi tena serê xwe ne, lê ku ji Girê Mirazan û Girê Karahanê cuda ne. Herwiha bi hev re çîrokekê an jî rîtûelekê vedibêjin.