TR KU SO
FB X
Cîhan

4 welatan ji bo agirbesta Xezzeyê li hev kirin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 26 sibat 2024 17:58
PeyamaKurd -  Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jake Sullivan ragihand ku Îsraîl, Misir, Qeter û DYA di derbarê agirbesta li Xezzeyê de li ser xalên bingehîn li hev kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî bi daxuyaniya xwe ya "Eger pevguhertina dîl û girtiyan çêbibe, dibe ku em operasyona li dijî Refahê taloq bikin." daxuyaniya Sullivan piştrast kir.

Medyaya Misirê diyar kir ku civîna 4 welatan ya li Dohayê erênî bi  encam bûye û ger ku li ser xalên bingehîn xebat bêne destpêkirin wê agirbesteke ku 6 hefte dom dike pêk bê û wê dîl û girtî bêne pevguhertin.
 Jake Sullivan destnîşan kir ku ew piştgiriyê nadin operasyona li dijî Refehê û got: "Îsraîl, Misir, Qeter û DYA li ser xalên bingehîn ên peymana agirbesta demkî li hev kirine. Xebat berdewam dikin. Em hêvî dikin ku lihevkirinek baş pêk bê."

"Em hemû li ser peymana pevguhertina dîl û girtiyan dixebitin"

Piştî vê daxuyaniya Sullivan, Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di hevpeyvîna xwe ya bi kanala Amerîkî CBS Newsê got: "Me ji artêşê xwest ku ji bo operasyona Refahê planeke dualî ku derxistina sivîlan jî dihundurîne amade bike. Ger em bi pevguhertina dîl û girtiyan razî bibin wê operasyon bê taloqkirin, lê belê wê operasyon pêk bê.
Parve bike: