TR KU SO
FB X
Analiz

Tom Barrack ji bo sê welatan hat erkdarkirin: Ji bo Kurdan tê çi wateyê?

Admin H
Nivîskar
📅 01 hezîran 2026 18:05

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, Balyozê Enqereyê Tom Barrack wekî Nûnerê Taybet ê Serokatiyê ji bo Sûriye û Iraqê tayîn kir ku beriya niha bi fermî Nûnerê Taybet ê Sûriyê bû.

Vê biryara nû li Rojhilata Navîn karvedaneke mezin bi xwe re anî ku wekî nîşaneya guhertineke stratejîk di siyaseta derve ya Washingtonê de tê nirxandin.

Tom Barrack bû Berpirsê sînorên serdema Osmaniyan

Herwiha ev gav nîşan dide ku DYA her sê welatên cîran Tirkiye, Sûriye û Iraqê êdî ne wekî dosyayên ji hev cuda lê wekî "herêmeke yekbûyî ya stratejîk" dibîne ku erdnîgariya behsa wê tê kirin ku diçe heta serdema Osmaniyan.

Biryara ku erkdarkirina Tom Barrack, ii bo Kurdên li Sûriye (Rojavayê Kurdistanê) û Iraqê (Herêma Kurdistanê), hem hevkêşeyeke nû hem jî rîskên mezin digel derfetên nû bi xwe re tîne.

Yekkirina sê dosyayên krîtîk di bin sîwana Tom Barrack de, hewleke eşkere ye ji bo avakirina polîtîkayeke hevgirtî li herêmê ku rasterast bandorê li ser sînorên berê yên Osmanî dike.

Stratejiya nû ya Amerîkayê li Iraqê û bandora Îranê

Barrack ji aliyekî ve balyozê DYAyê ye li Tirkiyeyê ku Enqere xwedî berjewendiyên kûr e. Li Sûriyeyê jî rasterast di nav proseya avadankirina welat de ye.

Herwiha Barrack, li Iraqê jî peywendiyê bi hikûmeta nû ya Iraqê re ya di bin serokatiya Serokwezîrê nû Elî El-Zeydî de datîne.

Armanca vê stratejiyê ew e ku bandora komên çekdar ên ser bi Îranê ve (wekî Hezbullah û mîlîsên li Iraqê) lawaz bike û herêmê wekî parçeyekî stratejîk ji nû ve bi rê bixe.

Metirsiya li ser Kurdên Rojava û Başûr: Fişara siyasî zêde dibe

Tom Barrack bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyên kûr e ku di pirsa Rojavayê Kurdistanê de jî dema şer û pevçûnên HSD û hêzên Şamê xwe nîşan da û rasterast piştgiriya Enqere û Şamê kiribû. Dîsa li Iraqê jî hewl dide têkiliyên Washingtonê li ser berjewendiyên welatên cîran ên wekî Tirkiyeyê ava bike û bandora Îranê jî lawaz bike.

Erka nû ya Barrack, ji bo Kurdan tê wê wateyê ku Washington êdî peywendiyên xwe li şûna Kurdên Rojava yekser bi Şamê re û li  şûna Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî yekser bi Bexdayê re deyne. Ev jî li ser berjewendiyên Enqere û Bexdayê dê pêk were ku wê li demên bê fişarên siyasî li ser Kurdan zêdetir bibin..

Bandora li ser Rojavayê Kurdistanê

Ji bo Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku niha proseya entegrasyonê di çarçoveya peymana 29ê Çileyê de berdewam dike, ev tayînkirin fikarên nû bi xwe re tîne.

Ji ber ku Tom Barrack Balyozê Enqereyê ye, ew ê di bin fişara Tirkiyeyê de be ku daxwaza lawazkirina maf û statûya Kurdan a li bakurê Sûriyeyê bike.

Ji ber ku êdî pêvajoya entegrasyonê dest pê kiriye û hemû sazî û hêzên Kurd yek bi yek dikevin bin banê dewleta Sûriyê de, pêwîst e Kurdên Rojava pêwendiyên xwe yên dîplomatîk rasterast bi Tom Barrack re xurt bikin daku bikarin mafên xwe yên destûrî û rewa di rojên pêş de bi dest bixin.

Bandora li ser Herêma Kurdistanê

Niha tevî ku hikûmeta nû ya Iraqê dest bi kar kiriye û piştevaniya PDK û YNKê wergirtiye jî fişarên aborî û siyasî li ser Herêma Kurdistanê hê jî berdewam dikin.

Bi taybetî Bexda niha hewl dide rêyên bazirganiyê di ser dergehê Rebîayê re biguhere da ku Hewlêrê dorpêç bike û bypass bike. Dîsa mîlîsên ser bi Îranê ve bi lîstikên siyasî çekên xwe di bin navê "kontrola dewletê" de vedişêrin û êrîşên xwe yên li ser Kurdan didomînin.

Erka Barrack li Bexdayê dê piştgirîya Serokwezîr Elî El-Zeydî be ji bo sînordarkirina van mîlîsan. Li aliyekî ji bo Herêma Kurdistanê, ev yek firsendek e ku DYA fişarê li Bexdayê bike ji bo mîlîs ji herêmên nêzîkî sînorên Kurdistanê bên dûrxistin.

Lê belê rîska herî mezin li vir ew e ku heger DYA bi Bexdayê re li ser bazirganî û neftê li hev bike, dibe ku mafên aborî yên Herêma Kurdistanê jî bibin qurbana berjewendiyên giştî yên Washingtonê.

Divê Kurd çi bikin?

Di vê pêvajoya nû de, gava yekem û herî krîtîk ku divê Kurdên Başûrê Kurdistanê bavêjin, çaksazî û yekkirina bilez a hêzên Pêşmerge (Yekîneyên 70 û 80) ye di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de.

DYA û hevpeyman her tim ev wekî şertê sereke yê piştgiriya leşkerî dibînin. Di warê siyasî de, divê her du partiyên sereke (PDK û YNK) nakokiyên xwe yên navxweyî bidin aliyekî û li Bexdayê wekî eniyeke yekgirtî li dijî planên dorpêçkirina aborî (wekî mijara neft û dergehên sînorî) rawestin.

Pêwîst e Kurd hêza xwe di kabîneya nû ya Elî El-Zeydî de xurt bikin û Tom Barrack wekî kartekî zextê bi kar bînin da ku Bexda pabendî destûra federal a Iraqê bibe.

Divê Kurd li Sûriyê çi bikin?

Ji bo Rojavayê Kurdistanê, herî zêde pêdivî bi "dîplomasiya pragmatîk" heye ku pêwîste ji bo bikaribin mafên xwe yên wekî ziman û rêveberiyên herêmî diyaloga Kurdî-Kurdî bipêş bixin. Herwiha hetav ku ev serdema veguhêz bê derbaskirin, hewl bidin ku di destûra nû ya Sûriyê de mafên Kurdan bi fermî werin misogerkirin û di rêveberiya Şamê de jî cihê xwe bigirin.

Parve bike: