Di şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de karta Kurdan
PeyamaKurd - Rojnameya El Ereb di analîzeke xwe de bal kişandiye ser "rola pêşbînîkirî ya hêzên Kurd ên li Îranê" û bandora wan a li ser hevkêşeyên herêmî.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku daxwaza Donald Trump a ji komên Kurd ên Îranê (yên li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne) ji bo êrîşkirina ser Îranê, pêşketineke gelekî balkêş e. Ev pêngav wekî derfetekê ji bo vekirina eniyeke nû li ser sînorên rojavayê Îranê tê dîtin.
Li gorî analîzê, ev rewş dikare nakokiyên heyî ji çarçoveya asayî ya di navbera Tehran, Tel Avîv û Washingtonê derxe û veguherîne pevçûneke pir-enî û berfireh.
Faktora erdnîgarî û sînorê Îran-Iraqê
Sedema sereke ya girîngiya daxwaza Trump, taybetmendiya erdnîgarî û siyasî ya herêmên Kurdan ên li ser sînorê Îran û Iraqê ye.
Ev deverên di bin kontrola Rêveberiya Herêma Kurdistanê de, bi salan e ji bo partiyên opozîsyonê yên Kurd wekî bingeheke lojîstîk û siyasî xizmetê dikin.
Her çend ev kom heta niha di asteke sînorkirî de çalak bin jî, piştgiriya navneteweyî û "şewqa kesk" a hêzên mezin dikare derfetê bide wan ku rola xwe ya leşkerî berfireh bikin.
Lê belê, li gorî nirxandinan ji ber dabeşbûna siyasî û kêmbûna çavkaniyan, şiyana Kurdan a ji bo vekirina eniyeke bi bandor, rasterast bi asta piştgiriya ji derve ve girêdayî ye.