Cîhan
422 kesên di filoya Sumudê de bûn gihan Îstenbolê
PeyamaKurd – Bi mudaxeleya Îsraîlê ya filoya Sumudê ya navdewletî ku ji bo alîkariyê bibin ji bo Xezzayê, Îsraîlê ew girtibû niha bi 3 balafiran ew şandin Îstenbolê. Jimara wan 422 kesin û di nav wan de kesên birîndar bûn bi ambûlansan wan birin nexweşxaneyan.
Fîloya Sumudê di 29ê Nîsanê de li nêzî girava Giritê di nav ava Yûnanistanê de, Îsraîlê mudaxeleyê wan kiribû û wan xistibûn bin çav.
Ji bo her 422 çalakvanan ji Îsraîlê bibin bajarê Îstenbolê yê Tirkiye, Tirkiye 3 balafiran şand pey wan. Balafir ji balafirgeha navdewletî ya Ramonê bi hewa ketin û seet di 17.30an de gihan balafirgeha Îstenbolê.
Ji 70 welatan li dora 500 kes tevlî çalakiyan bûbûn û ji wan hinek kes bi fişekên plastîk birîndar bûbûn.