Cîhan
5 fuze avêtin bargeha leskerî ya Amerîkayê
PeyamaKurd- Baregeha Amerîkayê ya hewayî li bajarê Iraqê li Anbarê ya bi navê Ayn El-Esed e ku tê de 5 hezar leşkerên Amerîkayê hene. Li gor ragihandina tora medyayê ya wezareta karên bergiriyê ya Iraqê, 5 fuze li baregeha Amerîkayê ketine. Di ragihandinê de ti agahî di derbarê cûreyên fuzeyan û xesara di encamê de çêbûye nehat dayîn.
Berê jî êrîş biribûn ser baregehê û Amerîka grûbên bi ser Haşdî Şa’bî ji êrîşê berpirs qebûl kiribû.