Rûsyayê ji noqava nukleerî fuzeyên Onyx û Kalibr avêtin
PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di çarçoveya manewrayeke asayî de, noqava Hêza Deryayî ya Filoya Pasfîkê ya bi navê "Novosibirsk" ji Okyanûsa Pasfîkê fuzeyên krûzê yên seyrê teqandine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku noqavê bi fuzeya "Onyx" keştiyeke dijmin a simulekirî ji dûriya zêdetirî 170 kîlometrî xistiye.
Hate diyarkirin, armanca duyem a li qada ceribandinê ya Kurayê li Kamçatkayê jî bi fuzeya Kalibrê ji dûriya zêdetirî 1,200 kîlometrî hatiye wêran kirin.
Hêza Deryayî ya Rûsyayê destnîşan kir ku ji bo ewlehiya van ceribandinan, ew herêm ji bo balafir û keştiyên sivîl hatiye girtin.
Ev rahênana leşkerî di demekê de pêk tê ku aloziyên dîplomatîk û leşkerî yên di navbera Moskow û Japonyayê de li dora Giravên Kurilê her ku diçe zêdetir dibin.