TR KU SO
FB X
Cîhan

'Rûsyayê êrîşî herêma li dora santrala nukleerî ya Çernobîlê kir'

Admin L
Nivîskar
📅 07 hezîran 2026 18:46

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku artêşa Rûsyayê bi dronên çekdar êrîşek li ser 'herêma taybet' a li dora Santrala Nukleerî ya Çernobîlê pêk aniye.

Zelenskyy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Rûsyayê êrîşî tesîseke binesaziyê ya krîtîk kiriye û got, "Îro, Rûsan dîsa êrîşî herêma taybet a li dora Santrala Nukleerî ya Çernobîlê kirin. Shahed (cureya dronekê) li yek ji avahiyên Tesîsa Depokirina Sotemeniya Nukleerî ya Navendî xist. Hikûmeta Ukraynayê dixebite ku welatên hevalbend li ser vê êrîşê agahdar bike."

Zelensky diyar kir ku Rûsyayê bi zanebûn êrîşî tesîsa binesaziya nukleerî kiriye û got, "Niha, asta radyasyonê ji nirxên normal zêdetir nîne. Artêşa Rûsyayê îşev li 13 herêmên Ukraynayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di hefteya dawî de, Rûsyayê 88 moşek, zêdetirî 3,250 dron û bi qasî 1,800 bombeyên rêberkirî li dijî Ukraynayê avêtine."

Parve bike: