6 dewletên G7ê li dij Amerîkayê helwesteke hevpar nîsan dan
PeyamaKurd – Sedema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump baca gumrikê ya pola û alemînyûma îdxal zêde kir, 6 welatên ku endamê G7ê ne bertek nîşanî Trump dan.
Koma G7ê li cîhanê xwediyê aboriya herî mezin in û ji 7 welatan pêk tê. Koma G7ê li Whistlera bajarê eyaleta British Columbiayê ya Kanadayê sê rojan Civîna Wezîrên Darayî kir.
Wezîrê Darayî yê Kanadayê Bill Morneau ku serokatiya civînê kir, daxuyanî da û diyar kir, ji bilî Amerîkayê şeş endamên komê û nûnerê Yekîtiya Ewropayê ji kirinên Trump ên der heqê bazirganiya Amerîkayê de "bi fikar in û hêvîşkestî" bûn.
Wezîr Morneau di danezana hevpar a civînê da diyar kir ku şeş endamên komê û Yekîtiya Ewropayê li dijî tarîfeyên gumrikê yên nû yên Amerîkayê bûn yek.
Bill Morneau bangî Washingtonê kir ku sepandina terîfeyan paşve bikşîne û ji Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin jî xwest ku berî Civîna Pêşengên G7ê ku wê di 8-9ê hezîranê da li Kanadayê were kirin, peyaman ji Serok Trump ra bêje.
Serokatiya heyamê ya G7ê ji 1ê rêbendana 2018an pê va seba salekê ji Îtalyayê derbasî Kanadayê bû. Civîna Pêşengên G7ê ya 44emîn wê di 8-9ê hezîranê da li Charlevoixa bajaroka eyaleta Quebecê ya Kanadayê were kirin. Cara şeşemîn e ku ev civîn wê li Kanadayê were kirin. Ji 1998an heta 2014an G8 bû, lê ji ber ku Rûsyayê di sala 2014an da Kirim îlhaq kir, ji grûbê hat derxistin. Kom ji Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Îngiltere, Amerîka û nûnerê Yekîtiya Ewropayê pêk tê.