Cîhan
69 zîndanî ji zîndanê reviyan lê 5 ji wan di qezayê de mirin
PeyamaKurd – Li Lubnanê nêzî payîtext Beyrûdê ji zîndana Babdayê 69 zîndanî firar kirin. Ji firariyan 5 kes erebe li wan xist û bi qeza ya trafîkê mirin û 4 kes ji wan bi xwe teslîm bûn. Ji firaran 15 firarî ji aliyê hêzên asayîşê de hatin girtin. Li gor ajansa fermî ya Lubnanê NNA yê, zîndanî ber destê sibê deriyên hucreyên ku tê de bûn şikandine û firar kirine.
Bo girtina 44 firariyên din hêzên asayîşê operasyonekî berfireh dane destpêkirin.