TR KU SO
FB X
Cîhan

8 xort ketin ber pêlan û wan ber bi zinaran ve birin

Admin M
Nivîskar
📅 16 tebax 2020 03:06

PeyamaKurd- Bo xwe hînik bikin 8 xort li bajarê Zonguldakê li navçeya Kilimliyê li gundê Göbüyê ketin ava Derya Reş. Bi sedema xurtbûna pêlan, pêlên avê wan ber bi zinarên deryayê ve birin. Li ser wendabûna wan, tîmên cendirmeyan bi dronan li wan digerin.

Li gor texmînên şahidan, ew 8 xort wê xwe di zinaran de biparêzin lê ba zedeye û nahêle ku tîmên rizgarkirinê bi hêsanî xebata xwe bikin.

Parve bike: