Cîhan
Pasdaran: Li Hurmuzê 2 tankerên neftê li mînan ketin û şewitîn
PeyamaKurd - Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ragihand ku li nêzî peravên başûr û rojhilatê Tengava Hurmuzê 2 tankerên neftê li mînan ketin û di wan de agir derket.
Pasdaran da zanîn ku van tankeran sîstemên xwe yên rêwîtiyê û diyarkirina cihî girtibûn û hewl didan ku bi awayekî "veşartî" û di rêyeke qedexekirî re di tengavê re derbas bibin.
Navenda Kontrolkirina Trafîkê ya Tengava Hurmuzê ya girêdayî Pasdaran hişyarî da hemû tîmên keştiyan ku bêyî sîstemên rêwîtiyê vekirî bin tevbigerin, û destnîşan kir ku daxuyaniyên rayedarên DYAyê wan ji mînan naparêzin.