TR KU SO
FB X
Aborî

DYA: Tankerên petrolê êdî bi ser Hurmuzê re derbas dibin

Admin H
Nivîskar
📅 17 adar 2026 21:05

PeyamaKurd - Dîrektorê Konseya Aboriya Neteweyî ya Qesra Spî Kevin Hassett diyar kir ku tankerên petrolê hêdî hêdî dest bi derbasbûna Tengava Hurmuzê kirine.

Hassett beşdarî bernameya "Squawk Box" a CNBCyê bû û li ser bandora alozî û şerê Îranê ya li ser bihayê petrol û gaza xwezayî û rewşa aboriyê da zanîn ku hewildanên Îranê yên ji bo astengkirina trafîka li ser vê rêya deryayî zirarê nade aboriya Amerîkayê.

Hassett got: "Hûn dibînin ku tanker hêdî hêdî di tengavê re derbas dibin. Bi dîtina min ev nîşaneya wê yekê ye ku çavkaniyên Îranê pir kêm mane. Em gelekî geşbîn in ku ev rewş di demeke kurt de bi dawî bibe. Piştî ku keştî gihîştin parzûngehan, dê di nava çend hefteyan de bandora vê yekê li ser bihayên petrolê xuya bibe."

Herwiha Hassett anî ziman ku fikarên wan hene ku ji bo telafîkirina kêmbûna dabînkirina sotemeniyê ya ji Rojhilata Navîn, Asya mîna berê neftê hinardeyî Amerîkayê neke.

Parve bike: