87 kes û 34 sazî li dorpêçên ser Rûsyayê hatin zêdekirin
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) pakêta 10emîn a dorpêçên ser Rûsyayê ku ji ber destpêkirina şerê Ukraynayê disepîne, eşkere kir.
Li gorî pakêta nû ya dorpêçan, 87 kesayet û 34 sazî û dezgehên din ên rûsî li dorpêçan hatin zêdekirin.
Di nav lîsteya nû ya dorpêçan de, Îraniyên di şandina dronan (balafirên bêmirov) bo şerê Ukraynayê de, kara kirine û kanalên mezin ên televizyonên Rûsyayê û rêveber û xebatkarên grûbên medyayê jî cî digirin.
Herwiha endamên Konseya Federasyona Rûsyayê û 19 cîgirên wezîrên rûsî û hejmarek zêde rayedarên hikûmetê û 4 parlamenterên Dumaya Rûsî jî ketine nav lîsteya dorpêçan.
Ji bilî wê du fermandarên kompaniya Wagner a hêza li Ukraynayê şer dike û kompaniyên çekan didin wan jî di lîsteya dorpêçan de cî digirin.
Di çarçoveya dorpêçan de, YEyê hemû heyîyên Banka Navendî ya Rûsyayê jî cemidand.