Adil Ebdulmehdî spasiya Pêsmerge kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku piştî aloziyên li Iraqê karvekêşana xwe daye, ji ber rola hêzên Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de li Iraqê, spasîya hêzên Pêşmerge kir.
Adil Ebdulmehdî bi sedema roja serkeftina dijî DAIŞê li Iraqê ragihand ku Supa, Polîs, Heşda Şeibî û Hêza Pêşmerge xwedî rolên girîng bûn têkşikandina DAIŞê li Iraqê de.
Ebdulmehdî herwiha spasiya wan hêzan jî kir ku hêzên Iraqê û Pêşmerge heya niha jî berdewamin li ser rûbirûbûna DAIŞê.
Hikumeta Iraqê 10ê Kanûna 2017an têkşikandina DAIŞê ragihandibû ku hêza Pêşmerge yek ji wan hêzên bi bandor bû ku sala 2014an bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî rûbirûyê DAIŞê bû.
Hê jî paşmayên DAIŞê li Iraqê di liv û tevgerê de ne ku hêzên Iraqî û Pêşmerge têkoşîna dijî DAIŞê berdewam dikin.