TR KU SO
FB X
Cîhan

Agir berî vagonên trênê dan û 4 kes di wan de sewitîn

Admin M
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2023 02:05

PeyamaKurd – Li Bangladeşê li bajarê Dakkayê seet di 05.00an de kesên nasnama wan nediyar 3 kompartmanên trênê dane ber agir û trênê şewitandin.

Di encamê de, di nav wan de zarokekî bi temamî 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Li ser bûyerê wezîrê rêyên hesin yên Bangladeşê Nurul İslam Sujan daxwuyanî da û got ku di bûyerê de gelek kes birîndar bûne, 3 yekîneyên Îtfaiyê şandine ciyê bûyerê, agir vemirandine û kompartmanên şewitî nema bi kêr tên.

Parve bike: