Cîhan
Agir bi bazareka Kenyayê ket: 15 kes mirin
PeyamaKurd- Li welatê Kenyayê, li bajarê payîtex Naîrobiyê, li ciyê bazarê agir bi bazarê ket û di encamê de 15 kes mirin û 58 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeyên çapemeniya welat, li Naîrobiyê li bazara bi navê Gîkombayê, di wextê şevê de agir bi bazarê ket û sedema vêketina agir nayê zanîn.
Li bazarê xesara maddî gelek zêde ye û birîndarên bazarê birine nexweşxaneyên nêz bo tedawiyê.