Cîhan
Agir bi fabrîqê ket: 52 mirî û 30 birîndar
PeyamaKurd – Li welatê Bangladeşê nêzî payîtext Dakkayê li bajarê Rûpganjê di fabrîqa bi navê Haşem de ku xida û tiştnên vexwarinê hildiberîne, şeva borî şewat derket. Di şewatê de herî kêm 52 kes mirin û 30 kes birîndar bûn.
Rêvebirên bo ajansa AP ê axifîne ragihandine ku sedema derketina şewatê ew e ku di avahiyê de maddeyên kîmyewî û plastîk hatine stokkirin û şewat ji wan derketiye.
BBC yê ragihandiye ku heya niha ji gelkî karkeran xeber tine ye lewra dibe jimara miriyan zêdetir bibe.