TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Îlamê otobûsa karkeran wergeriya: 12 mirî, 18 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 15 mijdar 2026 12:03

PeyamaKurd - Li parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê, ji ber wergerandina otobûseke ku karkerên şîrketeke petrolê vediguhastin, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.

Bûyer doh êvarê saet li derdora 19:00an li ser rêya di navbera Murmuri û Abdanan de qewimî.

Hate ragihandin ku 28 rêwiyên otobûsê hemû karkerên şîrketeke petrolê ya li Dehloranê bûn.

Piştî karesatê, Parêzgarê Îlamê Ahmed Keremî li parêzgehê rojekê û li Abdananê du roj şîn ragihand.

Parve bike: