Cîhan
Agir bi parkê ket û 25 hezar kes tehliye kirin
PeyamaKurd – Li Almanya li ser sînorê Fransayê li belda Rustê li Europa-Parkê bi sedemeka ku nehatiye zanîn agir bi parkê ketiye, di şewatê de 2 kes bi sivikayî birîndar bûne û 25 hezar kes bê zerarekî bigihê wan hatine tehliyekirin. Agir ji daîra makînê ji ciyê girtî derketiye.
Malbatên ku ji deverên dûr çûne parkê wan li otêlan bicîh kirine. Gelek tîmên îtfaiyê mudaxeleyê agir kirine û xistine bin kontrolê. Rêvebirê parkê ragihandine ku wî sibê parkê ji bo xelkê vekin.