Li Îspanya bi sedema agirê daristanê 50 hezar kesî tehliye kirin
PeyamaKurd – Li welatê Îspanyayê li Katalonya otonom li dora bajarê Girona, bi sedema şewata daristanan, li dora 50 kes hatin tehliye kirin û hinek rê jî ji bo çûnûhatê hatin girtin.
Herêma Otonom ya Katalonyayê ku dikeve Rojhilatê Îspanyayê, li bajarê Girona li jîngeha La Bisbal d'Emporda û paşî li navçên Vilademuls û Bescanoyê bi sedema bayê xwurt jî, şewatê bandorê li 10 jîngehan kir.
Sîstema Agahiya Şewata Daristanê ya Ewrûpayê di daxwuyaniya xwe de got bi sedema şewatê, weka tedbîr 50 kezar kes ji kargeh û malên xwe hatine tehliyekirin.
Bi sedema şewatên daristanan, hinek rê ji bo trafîkê hatine girtin, ji nişteciyên herêmê re rayedar gotine ku heya mecbûr nebin bila dernên derve û ji bo dûman bandorê li wan neke, bila pencereyên xwe girtî bihêlin.