TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sebte ya Îspanyayê 5 hezar koçber man: 83 koçber mirin

Admin M
Nivîskar
📅 04 tebax 2026 15:37

PeyamaKurd – Axa Îspanyayê ya li Afrîka Bakûr li Sebteyê ku ciyekî otonome, koçberên ji sînorê Fasê derbas bûn û çûn Sebteyê, bi fermana hukumeta Îspanyayê wan paşde dagerandin. Serokê Sebteyê Juan Jesus Vivas ragihand ku li Sebte tenê di navbera 3 heya 5 hezar koçber mane.

Di wexta derbasbûna koçberan de 83 kes di avê de fetisîn û li ser mijarê dewleta Îtalyayê gera welatiyên Îspanyayê ya li Îtalyayê qedexe kir û mafê Shengenê ji destê wan girt.

Li ser mijarê, Yekîtiya Ewrûpayê biryara civîna awarte da. Li ser tewrê serokwezîra Îstalyayê Meloni, hinek welatên YEyê nerazîbûna xwe diyar kirin û gotin ku Îtalya bi serê xwe nikare biryarê bide ku welatiyên Îspanyayê ji mafên gera li Îtalyayê bêpar bihêle.

Rêvebiriya Îtalyayê do ragihandibû ku 69.500 koçber dageriyane Fasê.

Parve bike: