Ahmet Hakan: Vê carê hemî anket wê bixelitin!
PeyamaKurd- Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan di derbarê hilbijartina 24ê Hezîranê de daxuyaniyên girîng dan û got ku HDP wê bendê derbas bike.
Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan di rojnameya xwe de bi ser navê “Di derbarê hilbijartinê de ez ê tiştên girîng bibêjim” nivîsek nivîsand û tiştên balkêş gotin. Hakan got ku hilbijartin bi şiklekî qetî wê bimîne tûra duyem. HDP wê bendê derbas bike û Muharrem İnce jî wê ji %30î derbas bike.
Hakan wiha berdewam kir: Vê carê şirketên anketan wê gelekî bixelitin. Lewra dibêjin gel naxwaze bersivên anketên me bide. Ji ber vê yekê jî encamên anketan wê xelet derkevin. Muharrem İnce jî wê ji %30î derbas bike û tûra duyem wê di navbera Erdogan û Muharrem İnce de derbas bibe.
Ji xeynî van jî heye SP (Partiya Seadet/Saadet Partisi) jî surprîzekê bike. Lewra heta niha ji ber benda hilbijartinê, kêm ra derdixistin. Ku vê carê zêde derbixe, şaş nebin.