TR KU SO
FB X
Cîhan

AKP: Di navbera hikûmeta Tirkiyê û YPGê de tu danûstendin tune ne

📅 02 gulan 2019 14:11

PeyamaKurd - Berdevkê AKPê Omer Çelik bersiva berpirsê CHPê Faik Oztrak da û eşkere kir ku di navbera hikûmeta Tirkiyê û YPGê de tu danûstendin tune ne.

Berdevkê Partiya Komariya Gel (CHP) Faik Oztrak demek berê diyar kiribû ku di navbera hikûmeta Tirkiyê û YPGê de danûstendin hene. Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Omer Çelik li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva berdevkê CHPê Faik Oztrak da û amaje kir ku Oztrak axaftinên welatekî din bikar dihîne bi armanca kirêtkirina desthilata Tirkiyeyê.

Berdevkê CHPê Oztrak ragehandibû, Tirkiyê bi YPGê wek 'rêxistineke terorê' qebûl dike lê di navbera hikûmeta Tirkiyê û YPGyê de danûstandin hene û ji tirsa raya giştî ev danustendin  nayên eşkere kirin.

Parve bike: