TR KU SO
FB X
Cîhan

AKP: Em ji mafên desthilata Azerbyecanê re rêzdar in

Admin M
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2026 20:06

PeyamaKurd – Cîgirê serokê AKPê Kürşad Zorlu li ser pirsgirêka navbera Azerbeycanê û Tirkiyê ya li ser sergirtin û negirtina wan ya dibistanan got ku dibe di navbera du welatan de cudatiya fikran hebe, pêvajoyê bi xemgînî dişopînin û got:

“Divê ji mafên desthilata Azerbeycanê re rêz bigrin. Di terzê pêşdeçûna dewletên me de dibe ku cudatî hebin.”

Zorlu li Ankara di konferansa li Keçiörenê de axifî ku konferans ya salvegera 35em pêwendiyên navbera Tirkiye-Kırgizîstanêye. Zorlu balê kişand ser berjewendiyên hevpar yên di navbera Azerbeycan û Tirkiyê yên stratejik û aborî. Zorlu got:

“Dibe pirsgirêkên me hebin. Di terzê pêşdebirina dewletên me de dibe cudatî hebin. Her yek ji me dewletan divê ji biryarên hev re rêz bigrin, em ji desthilata Azerbeycanê re rêz digrin û em ê weha jî dewam bikin.”

Zorlu balê kişand ser stratejiya koridora ji Çînê heya Ewrûpayê û got ku dibe ev proja di Azerbeycanê de derbas dibe, dikare 600 milyar dolar bazriganiya derve bi xwe re bîne.

Parve bike: