Iraq: Em berpirsiyariya xwe ya parastina tevahiya mafên Êzîdiyan teqez dikin
PeyamaKurd - Berdevkê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Sebah al-Numan, naveroka ragihandina hikûmeta Iraqê ya derbarê pêvajoya entegrasyona YBŞ û YJŞ’ê ya li gel dezgehên ewlehiyê yên Iraqê belav kir, ku biryare îro li Çiyayê Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar ev rêkeftin were ragihandin.
Daxuyanî :
“Bi pêşengtiya Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê birêz Elî Zeydî, îro merasîma fermî ya girêdana peywendiya leşkerî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û entegrasyona wan a li gel hêzên ewlehiyê yên Iraqê, her wiha veguhastina berpirsiyariya ewlehiya Çiyayê Şengalê ji bo desthilatdariya aliyên federal bi rê ve diçe.
Ev pêngav di çarçoveya yêkxistina çekan a di destê dewletê de ye, ku hikûmeta Iraqê biryar li ser daye û di bername û wezaretên xwe de cih kiriye.
Her wiha wekî destkeftiyeke niştimanî tê hejmar kirin ku dibe bingehek ji bo qonaxeke nû di berpirsiyariya ewlehiya herema Şengalê de.
Di vê çarçoveyê de, hikûmeta Iraqê wan qurbaniyên mezin û bêhempa yên ku pêkhateya Êzîdî di parastina Iraqê bi giştî û navçeya Şengalê bi taybetî de li hemberî teror û projeya tundrewiyê nîşan dane, bilind dinirxîne.”
“Ev pêngav girêdanbûna zarokên pêkhateya Êzîdî bi pîvanên niştimanî re teqez dike. Li ser vê bingehê, destûra Iraqê rê li ber her çalakiyeke li derveyî çarçoveya yasayî digire; her weha ev peyam radigihîne ku hilgirtina çekan ne armance, belkî amûreke ji bo parastina li niştiman li gorî pîvanên yasayî û destûrî, her wiha girêdanbûna bi biryarên desthilatdariya federal re pêngaveke ber bi bihêzkirina desthilatdariya dewletê, xurtkirina biryara niştimanî û hêza saziyên dewletê ya ji bo bicihkirina girêdayîna destûrî û qanûnên dadweriyê.
Hikûmeta federal berpirsiyariya xwe ya temam a ji bo parastina mafên şêniyên Êzîdî teqez dike; bi taybetî ji bo wan kesên ku di şerê terorê de li ber xwe dane û rûbirûyî neheqiyan bûne, di vê rêyê de qurbaniyên mezin ji şehîd, birîndar, revandina malbatan û koçberbiyê dane.
Her wiha girêdanbûna xwe ya ji bo qerebokirina malbatên qurbaniyan, ziyanên ji encamên êrişên terorîstî û jinûve avakirina navçeya Şengalê dubare dike.”