TR KU SO
FB X
Cîhan

Aliyev û Zelenskiy, li Moldovayê civiyan

Ruken güler
Nivîskar
📅 02 hezîran 2023 16:31

PeyamaKurd- Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li Moldovayê civiyan.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Azerbaycanê ve hat ragihandin, Îlham Aliyev û Volodimir Zelenskiy, li Moldovayê ji bo Lûtkeya Civata Siyasî ya Ewropayê civiyan.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser têkiliyên dualî yên di navbera Azerbaycan û Ukraynayê de serdana Aliyev a Çileya 2022yan a Ukraynayê û dan û stendinên di vê serdana xwe de nirxandine.

Li gor daxuyaniyê, Aliyev dilxweşiya xwe li hember geşepêdana peywendiyên dualî yên di navbera Azerbaycan û Ukraynayê de nîşan da û got ku wan balyozê nû yê Ukraynayê destnîşan kiriye û ev dîplomat dê di demeke nêzîk de dest bi kar bike.

Hat zanîn ku Zelenskiy jî ji ber alîkariya mirovî ya ku Azerbaycanê ji Ukraynayê re kir û ji bo zarokên Ukraynayê yên ku li Azerbaycanê hatin kirin, spasiya Aliyev kir û diyar kir ku ew vê yekê teqdîr dikin.

Parve bike: