TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya | 2 balafirên ser ketin, pîlotan xwe pekand

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2019 21:53

PeyamaKurd – Li eyaleta Mecklenburg Vorpommern a Almanyayê, du balafirên cengî yên cureya Eurofighter dema firîna perwerdehiyê li hev qelibîn û ketin.

Li gorî nûçeyên medya Almanî balafir li bajarê Malchowê li hev qelibîne û ketine nav daristana bajarokên Jabel û Nossentiner Hutteyê ku li daristanê jî bûne sedema şewatê.

Hat ragihandin ku pîlotan dema ketinê xwe bi paraşûtan pekandine û yek ji pîlotan bi saxî hatiye dîtin, lê hîn agahî ji pîlotên din nîne.

Parve bike: