TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya ji bo Putin: “Ya te rast negot an te derewa kir”

Admin M
Nivîskar
📅 24 sibat 2022 02:36

PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock ragihand ku serokê dewleta Rûsya Vladimir Putin ji bo rojhilat derewan kiriye û weha got:

“Eger hefteyekî berê te got ‘A’ û niha tersê wê dikî, ya te rast negot an te derewan kir.”

Wezîra karên derve ya Almanyayê bi wezîrê karên derve yê Fransayê re hevdîtinekî kir û paşî ragihandina xwe kir. Baerbock weha dewam kir:

“Ji bo Ûkraynayekî demokratîk, hukumran û azad, em encama aboriyê qebûl dikin. Madem Putin peymana Mînskê perçe kir, wê piştî krîza Rûsyayê dinya cuda tevbigere. Wê civaka navdewletî îhlala Rûsyayê ya hûqûqa navdewletî qebûl neke. Ne xema Putine ku ji her dû aliyan sîvîl bên kuştin. Em ji halê wan yê dramatîk re çavên xwe nagrin.

Em weka Almanya û Yekîtiya Awrûpayê ji bo dorpêçên zêdetir amade ne û tevî êrîşên Rûsyayê jî em deriyê dîplomasiyê ji Rûsya re nagrin.

Di krîza herî xerab de, divê rêya diyalogê negrin. Em dixwazin ber li şer bigrin. Aramkirina gengeşeyan êdî di destê Rûsya de ye.”

Parve bike: