Cîhan
Almanya ji Îsraîlê bi 4 milyar euro Arrow-3 dikire
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Almanya ji Îsraîlê sîstema berevaniya asmanî ya Arrow-3 bi nirxê 4 milyar euro dikire ku dê sala 2025an bê radestkirin.
Li gorî belgeyên Wezareta Darayî ya Almanyayê ku tê pêşkeşî parlamentoyê bên kirin, Berlîn heta dawiya saliyê ji bo kirîna Arrow-3 dê hewl bide rêkeftinê ligel hikûmeta Îsraîlê bike.
Sîstemên Arrow-3 bi piştevaniya Amerîkayê têne çêkirin ku ji bo firotina wan biryara dawî li Washingtonê tê dayîn.
Tê çaverêkirin heta sala 2025an bo Almanyayê bên radestkirin.