Li Almanya maliyeta hewa germ û ziwahiyê 36 milyar Avro ye
PeyamaKurd – Rêxistina hawridoriyê ya navdewletî Greenpeace bi serikê ‘Maliyeta Demsala Havînê ya Germ ya li ser Almanya’ tehlîlekî belav kir û di tehlîla xwe de got ku maliyeta Havîna germ li ser aboriya Almanya li dora 36 milyar Avro ye.
Di tehlîlê de bi sedema germa zêde di çandiniyê de kêmbûna dahatûya berheman, şewatên daristanan, mesrefên tenduristiyê ku zêde bûne û kêmbûna di hilberînê de, temamên wan bûne sedema zerara bi 36 milyar Avroyî di aboriya Almanya de.
Hat ragihandin ku ev reqem di aboriya Almanya de di dahata xeyrî-safî ya hadata hundirê Almanya de, dike %08-09ê wê.
Bi sedema hewa germ, zerara herî mezin di seha karsaz û pêvajoya hilberîna çandiniyê de bûn e. Di 25 rojên germa zêde de, di hêza kar û birîna hilberînê de, aboriya Almanya 10 milyar û 800 milyon Avro zerarê diye.
Bi sedema stresa hişkayiya hewayê û şewatên daristanan di navbera 5-7 milyar Avroyî de zerara Almanya bûye. Hewa ziwa û germ li ser aboriya tenduristiyê, zerara wê 6 milyar û 900 milyon Avro ye.
Hewa germ di sehayên din de jî li ser aboriyê bandorê kiriye û di seha çandiniyê de bûye sedema zerara bi 3 milyar û 400 milyon Avroyî. Li ser seha perwerdê jî bûye sedema zerara bi 3 milyar û 200 milyon Avroyî.
Di rûbarê Rene de, asta avê kêm bûye û di gihandinê de bi taybetî di seha lojîstîk de zerarê daye aboriya Almanya, miqdarê wê di navbera 3 milyar 400 milyon û 4 milyar 500 milyon Avro de ye.
Di gihandina giştî ya welat de, zerara tesbîta wê hatiye kirin di navbera 1 milyar 800 milyon û 3 milyar 700 milyon Avro de ye. Di sîstema tedawiyê de mesrefên zêde bûne li dora 1 milyar 540 milyon Avro ye.
Rayedarên Greenpeace dibêjin ku hinek sehayên dinan de hesaban nekirine lê tevî wî jî zerar 36 milyar Avro ye.