Cîhan
Almanya û Îsraîlê peymaneke bi 3 milyar euroyan îmze kirin
PeyamaKurd - Îsraîlê ji bo kirîna 3 keştiyên noqavî yên pêşketî bi Almanyayê re peymaneke bi nirxê 3 milyar euroyan îmze kir.
Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku wan bi kompaniya Alman ThyssenKrupp Marine Systems re peymaneke bi nirxê 3 milyar euroya îmze kiriye ku wê 3 keştiyên noqavî werin pêşxistin û wê yekem keştî jî di nav 9 salan de radestî wan bê kirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wê di çarçoveya peymanê de hat parvekirin ku li Îsraîlê ji bo keştiyên binê deryayê simulatorek perwerdehiyê bê avakirin û perçeyên yedek bên dayîn.
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz li ser medyaya civakî gotiye, ew ji ber hevkariya wan spasiya hikumeta Almanyayê dike.