Cîhan
Almanya wê sê santralên nukleerî bigre
PeyamaKurd – Piştî li Almanya hukumeta nû hat avakirin biryar hat dayîn ku sê santralên din yên nukleer enerjiyê bên girtin. Niha hukumet di çarçova bernama devjêberdana enerjiya nukleerî de santralan digre.
Li gor ragihandina DW yê; santrala li eyaleta Schleswig-Holsteinê ya bi navê Brokdorf, ya Saksonya jêrîn ya bi navê Grohnde û ya li Bavyerayê ya bi navê Gundremmingen C yê wê bên girtin.
Li gor qanûna Almanya ku di sala 2011 an de hatibû derxistin, wê heya sala 2022 yê 3 santralên din jî bên girtin ku ew jî santrala Emslandê, ya Isar 2 yê û Neckarwestheim 2 ne.