TR KU SO
FB X
Cîhan

Amarên dawî yên vîrusa Koronayê li Sûriyê hat ragihandin

Admin L
Nivîskar
📅 30 îlon 2020 14:28

PeyamaKurd - Li Sûriyê, 46 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 3 kesan jî ji ber vîrûsê can dan.

Li gor Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê diyar kir, di 24 saetên dawî de 46 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 3 kesan jî can dane.

Wezaretê destnîşan kir, 14 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û hejmara kesên ji wê nexweşiyê baş bûne gihîştiye 1 hezar û 88 kesan.

Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 4 hezar û 148 kesan, 197 kesan jî can dane.

 

Parve bike: