Cîhan
Amarên dawî yên xwepêsandanên li Iraqê
PeyamaKurd - Hejmara xwepêşanderên Iraqî yên ku hatine di bûyeran de hatine desteserkirin, hatin eşkerekirin.
Encumena Dadwerî ya Iraqê ragihandiye, ji destpêka xwepêşandanên Iraqê ve heya niha 2 hezar û 807 xwepêşander hatibûn girtin lê du hezar û 626 ji wan hatine berdan, tenê 181 kes di girtîgehê de mane.
Zêdetirî du mehan e li paytext Bexda û çend bajarên din yên Iraqê xwepêşandan li dijî hikûmet û dezgehên din yên dewleta Iraqê didomin.
Heta niha bi sedan kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin, bi hezaran kes jî birîndar bûn.