TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka bi 2,27 milyar dolarî çekan firot Misir, Kuweyt û Îmaratan

Admin M
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2026 21:27

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê qebûl kir ku bi bihayê, 2,27 milyar dolarî çekan bifroşe Misir, Kuweyt û Îmaratan.

Di firotina çekan de, bi 1 milyar û 42 milyon dolarî çek firote Îmaratan. Di nav çekan de beşên kumandayê yên APKWS-II hene. Ji bo Misrê fuzeyên Javelin yên bi miqdarê 832 milyon dolarî hene. Ji Kuweytê re jî perçên sîstema bergiriyê yên Patriotan hene ku bihayê wan 400 milyon dolar e.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê di 17ê Êlûnê de bi miqdarê 24,3 milyar dolarî 48 heb balafirên F-35 û 49 motoran firotibû Erebistan a Sa’ûdiyê.

Parve bike: