Amerîka dê mueyîdeyên nû li ser Rûsyayê bisepîne
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand, ku niyeta Amerîkayê heye derbarê bûyera Sergey Skripal de rêzikek zextên nû li ser Rûsyayê bisepîne.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, diyar kir, ku Moskava di çarçoveya lêpirsîna Sergey Skripal de xwestekên Washingtonê bicih neanîne, ji ber vê yekê ew bi niyetin li gor yasaya ku sepandina zextên nû li ser Rûsyayê daxwaz dike, tevbigerin.
Nauert ji ajansa RIA Novosti re axivî û destnîşan kir: “ Em bi niyetin ku li gor hukmên yasaya CBW ya rê li ber girtina belavbûna çekên kimyayî û biyolojîk ku sepandina zextên nû divê, tevbigerin.”
Beriya niha serokê komîteya pêwendiyên derve yê Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê Ed Royce, diyar kiribû, ew ghîştine wê encamê ku Moskova xwestekên Washingtonê yên di çarçoveya bûyera Skripal de bicih neanîye.
Sîxur Sergey Skripal û keça wî roja 4ê Adarê li Londonê li ser bankekê hişwindakirî hatibûn dîtin. Brîtanyayê ji jahrîbûna Skripal û keça wî Rûsya berpirsyar girtibû û biryara dersînorkirina 23 dîplomatên rûsî dabû. Rûsyayê jî bi heman biryarê bersiv dabû Brîtanyayê.