Amerîka ji bo ewlekariya Bexdayê 30 zirpos û Hummeran disîne
PeyamaKurd – Washingtonê ji bo aramiya Bexdayê biparêze, 30 zirpoş û otomobîlên Hummer ên nû da artêşa Iraqê.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê diyar kir, Washington bi hevkariya artêşa Iraqê re pabend e, ji bo aramiya welat û paytext biparêze. Di vê çarçoveyê de jî, 30 otomobîlên leşkerî ku ji zirpoş û Hummeran pêk hatine, daye artêşa Iraqê.
Balyozxaneya Amerîka daye zanîn, armanca hevkariyê ji bo parastina ewlehiya navçeya kesk a Bexdayê ye, ku piraniya nûnertiyên welatan, avahiyên hikûmî û Balyozxaneya Amerîka jî lê ye.
Li gor daxuyaniya Balyozxaneyê, ev hevkarî beşek ji planeke berfirehtir ya hevkarî û hevahengî ya di navbera Amerîka û artêşa Iraqê de ye.
Herî dawî di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: "Ji bo ku Bexda aram bibe û pêşerojeke aram ji bo gelê Iraqê pêk were, em ê bi hevkariyên xwe de berdewam bin"
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev hevkarî û alîkarî bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a kuştina Qasim Silêmanî û Ebûmehdî Mohendîs ve girêdayî ye. Ji ber ku hişyarî tê dayîn ku wê êrîş li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê were kirin.