Cîhan
Amerîka li hêzên terefdarê Esad xistin: 100 mirî
Amerîka ragihand ku ew li başûrê Dêrezorê li mîlîsên ku terefdarên Beşar Esad in xistine. Koalîsyon dibêje ku bûyer bi sedema parsatina xwe ye û bi top û êrîşên hewayî hevkarên xwe parastine.
Bûyer ji aliyê koalîsyonê de hat ragihandin û di bûyerê de ji 100 î zêdetir kes hatine kuştin. Koalîsyon dibêje ku baregeha hevkarê wan ya HSDê ji aliyê 400 çekdarên terefdarên Beşar Esad ve xwestine ku dorpêç bikin lê hêzên koalîsyonê li wan dane.
Televizyona dewletê mijarê piştrast kir û got ku ew mîlîs bo li dijî DEAŞê şer bikin li herêmê ne.