TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka li Pasifikê operasyon kir ser tankêra petrolê ya Îranê

Admin M
Nivîskar
📅 21 nîsan 2026 22:29

PeyamaKurd – Hêzên Pentagonê (wezareta bergiriya DYAyê) li Okyanûsa Hind- Pasifikê do bi şev, avêtin ser keştiya petrolê ya Îranê û dest danîn ser keştiyê.  Pentagonê di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku berê biryara givaşê danîbûne ser keştiyê.

Keştiya bi navê M/T Tifani, bê ku rûdanekî nexweş bibe operasyon kirine ser û dest danîne ser. Wezareta bergiriyê Pentagonê ragihand ku avên navdewletî ne ciyê sitara qaçaxaye û got:

“Em ê xebata xwe dewam bikin da kes nikaribe tora rewa ya navdewletî xerab bike, kes nikaribe desteka maddî bide Îranê û keştiyên ku qedexe li ser wan hebin dê nikaribin di deryayê de herin û werin.”

Li gor platforma şopandina çûnûhata deryayê ya bi navê Marine Trafficê rûdana navborî din av sînorê fermandariya DYA ya Hind-Pasifiki de qewimiye.

Parve bike: