Cîhan
Amerîka Patriotan li baregehên Iraqê bicih dike
PeyamaKurd - Wezareta Berevanîya Amerikayê (Pentagon) ragihand ku ew dê moşekên Patriot ên parastina êrîşên esmanî li baregehên xwe Iraqê bicih bike.
Piştî êrîşên moşekî yên Îranê bi ser baregehên Amerîka yên li Iraqê de, Amerîkayê biryar da ku ji bo parastina êrîşên ezmanî Patriotan li baregehên xwe yên Iraqê bicih bike.
Berpirsên Pentagonê ji Fox News TV ya Amerîkî re ragihandin ku her çend êrîşek ser binkeyên Amerikayê dûrî çaverêkirinan jî be, divê Amerîka parastina ewlehiya serbaz û binkeyên xwe bigire ber.
Wan berpirsan got ku Amerîka ji ber sedemên ewlehiyê, li baregehên leşkerî yên Iraqê moşekên Patriot bicih dike.