PKK ji Çiyayê Qereçûxê vekişiya: Pêşmerge û artêşa Iraqê hate bicihkirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku PKKê hemû pêgeh û xalên xwe yên leşkerî yên li quntara Çiyayê Qereçûxê û li nêzîkî Kampa Mexmûrê bi temamî vala kirine.
Li gorî nûçeya Rûdawê ku dispêre du çavkaniyan, piştî zextên dewleta Tirk û Artêşa Iraqê ku di sala 2023yan de zêde bûne, çekdarên PKKê di nav du salên borî de ji herêmê vekişiyane.
Heman çavkaniyan diyar kiriye ku niha li ser sînorê Qereçûxê ti çekdarên PKKê nemane û her du hêzên Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge li gorî peymanekê li 10 xalên berê yên rêxistinê bi cih bûne.
Di vê navberê de, kampa Mexmûrê jî ji aliyê Polîsên Federal ên Iraqê ve hatiye dorpêçkirin, têl bi ser de hatine kişandin û çûnûhatina jî hatiye sînorkirin.
Çavkaniyan daye zanîn ku tenê Hêzên Asayîşa Navxweyî yên nava kampê li wir in û di Kampa Mexmûrê de ku zêdetirî 10 hezar penaberên ji Bakurê Kurdistanê dijîn, tedbîrên ewlehiyê hatine tundkirin.
Li gorî agahiyên du çavkaniyên nêzîkî babetê, PKKê hemû pêgeh û xalên xwe yên leşkerî yên li quntara Çiyayê Qereçûxê û li nêzîkî Kampa Mexmûrê (Kampa Şehîd Rustem Cûdî) bi temamî vala kirine.
Piştî zextên dewleta Tirk û Artêşa Iraqê ku di sala 2023yan de zêde bûn, şervanan di nav du salên borî de ji herêmê vekişiyane.
Niha li ser sînorê Qereçûxê ti çekdarên PKKê nemane û her du hêzên Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge li gorî peymanekê li 10 xalên berê yên rêxistinê bi cih bûne.
Di vê navberê de, kamp ji aliyê Polîsên Federal ên Iraqê ve hatiye dorpêçkirin, têl bi ser de hatine kişandin û çûnûhatina li nûçgehê hatiye sînorkirin.
Çavkaniyan da zanîn ku tenê Hêzên Asayîşa Navxweyî yên nava kampê li wir in, û di Kampa Mexmûrê de ku zêdetirî 10 hezar penaberên ji Bakurê Kurdistanê dijîn, tedbîrên ewlehiyê hatine tundkirin.